Ezîz Şarox

Şewezeng

Bi dengê: Ezîz Şarox
Diyalekt: Soranî
22
Şewezenge wilat tarîk û xamoşe
Hey xamoşe dey xamoşe
Be xur degrîm dil denalê pir le coşe
Hey le coşe dey le coşe ax le coşe
گۆێیەک bigre le naley
Le ahî sard û sikaley
Afretêkî cwankîle
Wird û cwan û neşmîle

Be dîmen cwan bejin û balay wa çemabû
Dey çemabû ax çemabû hey çemabû
Temî meynet leser kulmî dasepabû
Dasepabû dasepabû dasepabû
Korpey şîrîn û sawa
Wa le amêzî nawa
Be dil girtibûye baweşî
Carcar bexoyewe deguşî

Deyut ey berxoley cwanim
Hey cwanim dey cwanim ax cwanim
Hemû awatî dwarojî gişt jyanim
Hey jyanim dey jyanim ax jyanim
Ewa şew têdeperê
Tîşkî roj dête serê
Şew beyanî ber deda
Şewnim gulan aw deda

Şa’estêrey geş û rûnî asmanim
Asmanim asmanim asmanim
Roley dwarojî hîwam tom ta nemanim
Ta nemanim ta nemanim ta nemanim
Binû roley şîrînim
Ruhim awatî jînim
Detpêçim be cilî diraw
Be pêxwasî û bê pêlaw

Gerçî wek xunçey gulî sûrî beharî
Dey beharî ax beharî
Belam çêştit hemû derdî lêw be barî
Lêw be barî lêw be barî
Belam asot rûnake
Wek rojî tabnake
Binû takû sibeynê
Mujdey awatit dênê