Behcet Yehya

Nîşaney Pîrî

Bi dengê: Behcet Yehya
Diyalekt: Soranî
431
Nîşaney pîrî diyarîda le rûm
Serapa wêney befir spî bûm
Estûnî balam lenge û çemîwe
Kasey temenim hatote nîwe
Sernic çen edem nabînim tozqal
Rê hela ekem her wekû minal
Seyre be pîrî taze pê egrim
Daredarem dê û desî rê egrim
Peşme amancim zîndeçal kira
Rencim pêwaney payemal kira
Xermanî jîrî şen û kew ekem
Be aga nayem tasey xew ekem
Daxim ew xeme encamî temen
Hendê bêhûde kêşaney eken
Nazanin rewtî qonaxî pîrî
Pire le wane û ezmûnî jîrî