Bênam Tahîrî

Hey Gulê emirim Gulê

Bi dengê: Bênam Tahîrî
Diyalekt: Soranî
40
Be dengî xoş bimhêre coş
Be bonî xoş bimke serxoş
Bijîn be kameranî, be xoşî û şadmanî
Seyrî xot key ezanî
Çende şîrîn û cwanî
Hey gulê ’emirim gulê

Emro feslî behare
Katî gul û gulzare
Derkewe gul
Bulbul bew denge xoşe
Le bonî gul bêhoşe
Destî girt pîr û cwan
Be sozî şimşalî şwan
Hey gulê ’emirim gulê

Lence û larî wekû kew
Dil nasrewê roj û şew
Bo yarî cwan
Herame xew şewanem
Dêwaney ew kêwanem
Nazanim çîye nawim
Şêtî egrîcey xawim
Hey gulê ’emirim gulê

Ezanî boç damawim
Wa xemgîn û fewtawim
*? bonî to
Bese terk ke em halem
Şîrînî bo la talem
De heste keyf û sefam
A lem dinyay bêwefam
Hey gulê ’emirim gulê