Heme Salh Dîlan

Payîz

Bi dengê: Heme Salh Dîlan
Diyalekt: Soranî
437
Ekewte rê hewrî peley parawtir
Be firmêskî bay be peley lay germesêr
Sing kûter bû tekanner bû wekû lawê
Le rêgay awatî çen saley cê mawê
Tîj rî û rû be peroş bû bo ser çiya
Bo ser pûşî zerd helgeraw caran giya
Caranî sewz ser razawe be mirwarî
Be şewnimî beharî lay kurdewarî
Caranî mest be bonî şerabî behar
Piyalekey peley gul bû ta dem nizar
Caran ajel ruwew peçew berew koz bû
Rojgar kurt û çawî xewalûy wenewz bû
Şwan korî şew gerimker bû be fûy şimşal
Cûley eda be demarî hest û xeyal
Paşan nobey bestey demî herzekar bû
Aman aman bû sirûştî kirdgar bû
Beste elên ewî eylên naylênewe
Heta keybanû le firmanî şew ebnewe
Heta sipêtî ekewte naw reşayî
Wurte û sirpe peya ebû be espayî
Beste elên ewî eylên naycûnewe
Heta bêdar le giryanî şew ebnewe
Şewî caran xoşewîstî destî le rêz bû
Bazûy merdî le mil û gerdin awêz bû
Hestî firman rêkxistinî rêçkey jiyan
Guzeranî asûdeyî û al û gorî sade û niyan
Yasay be nrix wigranî em xelke bû
Bê firmanîş firmandarî ew kelke bû
Em wlate pir le pît û pir samane
Cêgey fer bû pir bû le şeqlî piyawane
Ewa dîsan payîz hat gelarêzane
Hewrî pele ruwe û şax û berew kwêstane
Belam îsta û şewî êsta çon be coş kem
Girî korî sardewe bû be çî xoş kem
Em şewe tarîk û tune çon roşin kem
Em sere gêj û şîwawe çon hoşin kem
Ey hewreke dayrêje serî tişrîne
Wadey pele û naştinî termî hawîne
Norey toye bigrî beser hemûmana
Beser êsk û prûskî rabridûmana
Bîşorewe ba ser le destî diyarî bê
Ba qur xest bê û bo serî şermezarî bê