Şadî Xulamî

Kîjî Ladê

Bi dengê: Şadî Xulamî
Diyalekt: Soranî
244
Kîjî ladê ham be tasey pelkey reş ser şaneket
Ham be tasey dem beyanî boy tenûrî naneket
Ham be tasey bonî mêxek toy turencî şaleket
Rengî suxme û sînepoş û bazine û xirxaleket

Serdemêke dûr le balat wa le şarana ejîm
Jîn? Çi jînê? Çawekanim gîruwey axir şerîm

Kîjî ladê sexte dûrît, wa be rencî rojgar
Naxoşe dûrî wlat û naheze jînim le şar
Kîjî ladê wexte cergim pir be dil bê be kewaw
Hênde tînuy awî kanî û ham be tasey kanî aw
Diltengim bo lêwî al û dû dîde şermîneket
Bo dem êwaranî hewş û sozî mer doşîneket
Kîjî ladê ham be tasey pelkey reş ser şaneket
Ham be tasey bonî mêxek toy turencî şaleket
Ham be tasey dem beyanî boy tenûrî naneket
Rengî suxme û sînepoş û bazine û xirxaleket