Es'ed Qeredaxî

Firîştey Mosîqa

Bi dengê: Es'ed Qeredaxî
Diyalekt: Soranî
216
Be rengî zerd û şêwey dest û şimşalî kiza derwêş
Hezim kird besteyek bibyem seraser huzn û matem bê
Le sîmata bedîm kird heykelî omrêkî hesretkêş
Weha diyare ke bextit aşiyanî bulbulî xem bê

Belê diyare lenaw qewmî besîta qedrî sinetkar
Wekû eksî qemer waye lenaw hewzêkî lîxinda
Belam textî rufah û tacî hurmet mîletî huşyar
Be ustadê eda wek to lenaw şimşalî kunkunda

Ne herfî mektebêkt xwênd, ne ustadê pelî girtî
Sîrf berzîy zeka em sinetey fêr kird be şimşalit
Hemû weznêkî goranî, le tûlanî heta kurtî
Be serpencey huner kirdit be dîlî koşî zalit

Ewendem bîst le mosîqa xiroşî rohî bêgane
Mîzacî kurdewarîm têk çuwe ey derwêş Ebdula
Dexîlit bim desa bew Lawk û ay ay û Heyrane
Şepolî zewqî mîlî pir derûnî mat û çolim ke
Be rengî zerd û şêwey dest û şimşalî kiza derwêş
Hezim kird besteyek bibyem seraser huzn û matem bê
Le sîmata bedîm kird heykelî omrêkî hesretkêş
Weha diyare ke bextit aşiyanî bulbulî xem bê