Îtir xwahafiz dildarî tewaw
Bo dirgay malit nakem çaweçaw
Xalo rêbwar rêm le ber naçê
Sûtam û birjam bo tenya maçê
Îtir temenam be balay kê bê
Be kêya birwanim şêwey toy lê bê
Xalo rêbwar rêga nazanim
Rêm pê nîşan be lay to mêwanim
Min wêl û weylan Qelaçwarlanim
Mal wêranîme bo dîden dildar
Tacî gil û qur nîştuwe banî ser
Sed û şeş reg û heştsed sûqanim
Girye û royane bo mergî giyanim
Xalo rêbwar rêga nazanim
Rêm pê nîşan be lay to mêwanim
Min wêl û weylan ber mal xotanim
Helbigre birnew bîde le cergim
Ewsa bîxwêne yasînî mergim
Heyfe klaşînkof bîfroşî bo pûl
Dujmin raw enê le kêw û le dol
Xalo rêbwar rêm le ber naçê
Awirim tê ber bû bo tenya maçê
Heyfe klaşînkof bîfroşî bo jin
Çon regbar eka le sîney dujmin
Xo klaşînkof nît bitkem be şane
Nemayşit bem lew xiyabane
Wek birnew kota şan be şanit kem
Le nîwey şewa des lemilanit kem
Xalo rêbwar rêm kewte dolê
Tûşim hat le tûş sixme le kolê
Tûşim hat le tûş bawan kulolê