Îsmaîl Serdeştî

Helîme

Bi dengê: Îsmaîl Serdeştî
Diyalekt: Soranî
309
Toxwa besyetî Helîme
Lemêje le dwat çeqîme
Qewlim pê bide berastîme
Helîme kiçe mielîme

Helîme deçête medrese
Dexwênê cebir û hindese
Be hat û ço rabirdinî
Sed lawî xiste weswese
Eminîş yekêkim lewane
Qesem bewey firyadrese
Helîme delê lêm lade
Xoşit dewê Perîsa
Helîme delê dostit nîm
Le Perîsay lêm qelse

Leser rêgay rawestawin
Herçêkî cehêl û lawin
Serî her kûçe û şeqamêk
Wek heresan bot wêstawin
Hemû zamdar û kolewar
Be tîrî ciwanît kujrawin
Helîme agat le xot bê
Ewane kelek û dawin

Şerim û heyat bê wêneye
Eqil û jîrît set hêndeye
Legel bejnit têkel bûne
Şêr û awaz û besteye
Birot wek nîwey dayirey
Delêy resmî hendeseye
Çawit şoa zerbî şoa
Le sê momeyiz çardeye

Her be endazet dedwênim
Heta balat we des dênim
Be cebrîşit hîsab dekem
Dû set cezrit lê dexwênim
Radîkalîşt lê degrim
Ca le nêw korit derdênim
Le nêw perantêzî dilim
Dethawêm û dethênim

Oxey wa hîsabim der hat
Ca be cebir û meselat
Helîme qewlî pê dawim
Ke lew derdem bida necat
Kutî le zîndan xelas bûy?
Oxey ger xelasît hat
Rojêk biçîne Silêmanyê
Le fîdral bikeyn xelat
Rojêk biçîne Silêmanye
Berê bîn le Mehabad