Yedula Mihemedî

Bimbexşe

Bi dengê: Yedula Mihemedî
Diyalekt: Soranî
302
Ew çawe çawî kale xomar û pir le naze
Ga be pence, ga be naz be kuştinim awatxwaze
Bimbexşe dilekem bot xemîn bû
Bimbexşe çawim pir esrîn bû

Hacerê be îşwe û be naz çi mehşerêkî berpa kird
Hezaran aşiqî wek min şêt û dêwane û riswa kird
Bimbexşe dilekem bot xemîn bû
Bimbexşe çawim pir esrîn bû

Darî ser qebrim le paş min derdî dil înşa eka
Gul ke meylî dilberî bê muşterî peyda eka
Dil ke kewte sergerdanî sahibî riswa eka

Le katî royînî to
Hatim be serî rêy to
Bimbexşe dilekem bot xemîn bû
Bimbexşe çawim pir esrîn bû

Heste bê bo lam azîz yarî ciwan û xoşewîst
Ba maç kem lêwî alî to yarî ciwan û xoşewîst
Bimbexşe dilekem bot xemîn bû
Bimbexşe çawim pir esrîn bû