Kazim Başmaxî Eynedîn Elmasî

Bêrin Desmalê - Kazim Başmaxî

Bi dengê: Kazim Başmaxî û Eynedîn Elmasî
Diyalekt: Soranî
331
Eger kafirî ya bot peresî
Tême ser dînit çûnkê çawmesî
Tême ser dînit çonke çawmesî
Bêrin desmalê têr bo xom bigrîm
Ba nalem birwat bo erşî ezîm
Dinya sersame le nalem îmşew
Xeman cemî best le talem îmşew
Şêwet le şêwey Leylê memano
Dinya û dînim toy xwa mezano
Bêrin desmalê têr bo xom bigrîm
Desmalê bêrin têr bo xom bigrîm
Ba nalem biçêt bo erşî ezîm
Ba nalem biçê bo erşî ezîm

Xu dilekem nayê duay şerû kem
Bitkem be qurban nazkê ew diley tengekem
Ey xwa çen xoşe gwêm le dengit bê
Dilim be qurban diley tengit bê
Bêne desmalê le êwarewe giryan meyilme
Hîcranî dûrî balay Leyilme
Bêrin desmalê têr bo xom bigrîm
Desmalê bêrin têr bo xom bigrîm
Ta nalem biçê bo erşî ezîm
Ta nalem biçêt bo erşî ezîm

Refîq xemgînim dilim pir xeme
Esasey matem le lay min ceme
Herke xemîne bêt bo dûkanim
Be zwanî Leyla eray exanim
Şadîm nenasî bo yek deqêqe
Qurbanî xem bim dayim refîqe
Etirsim bimrim xem hetîw kewê
Kes cêgay neka bo tenya şewê
Bêrin desmalê têr bo xom bigrîm
Ba nalem birêt bo erşî ezîm
Ta nalem biçê bo erşî ezîm