Mêhdî Hucet Sadat

Wekû Ney Kun Kune Cergim

Bi dengê: Mêhdî Hucet Sadat
Diyalekt: Soranî
379
Be carêkî temaşay to fidat bim hawdil û dînim
Eger sed car qiyamet bê demêkî heste bitbînim
Le xemzey çaweket etkê le cergim xwên û nazanim
Ne xestey pencey bazim ne bestey destî şahînim
Wekû ney kun kune cergim le tawî hîcranî to boye
Be sozî ney desûtêm û be nexmey ney denalênim

Wekû ney kun kune cergim le hesret wirdexalanî
Şika piştim, bira cergim le nûkî tîrî mujganî
Ewêsta ger debînê min, depoşê baxî ruxsarî
Musulmanan temaşa ken le şert û qewl û guftarî
Temaşay bulbulî dil ken be naheq xo nesûtawe
Delên emro le min dûrwe, gulî newreste torawe

Çemen yekbare xamoşe xiroşî bulbulan ba bê
Dil emro mat û medhoşe xuda feslî gulan ba bê
Nemawe haletî jînim le dest çû rohî şîrînim
Refîqan bên biken şînim seday girye û fqan ba bê
Esîrî tarî gêsûtim hîlakî çawî cadûtim
Şehîdî tîxî ebrûtim desa îsay zeman ba bê