Ednan Kerîm

Wekû Ney Kun Kune Cergim (HenaseyAşqan)

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
1159
Wekû ney kun kune cergim le taw hîcranî to boye
Be sozî ney desûtêm û be nexmey ney denalênim

Eman ey mutrîbî meclîs be heqî tarî rohanî
Bila bê nexmekey sazit ke awî awrî hîcrane

Eto ey rohekem saqî eto ey omrekem mutrîb
Peyapey lêde çeng û ney demadem bêne peymane

Be tîrî xemze bimlawênewe zulfim le gerden ke
Beser hatûme meydanit be dil bot bûme nîşane

Demêkî mest û bîmarim demêk bêhoş û hoşyarim
Çi kes nazanî derdî min meger ew çawe kalane

Henasey aşqan ba nedgirê bêmirwetî ta key
Bitirsê ew gulî nazik beden lew bayî ziryane

Eger zulfit wekû min aşqî rûy to nîye boçî
Serapa têk çuwe kewtote berpêt dest û damane

Wefayî bo gulêkî seru bala şêt û şeydaye
Wekû qumrî denalênê wekû bulbul xezelixwane
Honrawe: wefayî
Nardinî deq: aso pîrî
Pêdaçûnewe: goranîy kurdî