Çopî Fetah

Doy Dade

Bi dengê: Çopî Fetah
Diyalekt: Soranî
275
Delên doy dade rijawe
Boye wa kiz û damawe
Nexêr mindalan diroye
Dade gelê dade gelê gelê
Lemey ziyatir lê qewmawe
Sê kurî enfal kirawe
Sêzde car malî sûtawe
Gundekey xapûr kirawe
Nanî swal nebê şik naba û
Birsêtî tînî hênawe
Herçî xizm û kesî heye
Le Kerkûk weder nirawe
Delên doy dade rijawe
Boye dade wa kiz û damawe

Çwar birazay wa dû sale
Rûyan le ewrupa nawe
Yekêkyan leser sinûrî deskird
Be destî turkan kujrawe
Yekêkyan lenaw awî îceda xinkawe
Yekêkyan le Yonan tê mawe
Yekêkyan le Almanya le beheştî ewrupada
Dozexî bo saz kirawe
Bê îş bê ziman bê paseport
Delên mêşkî le dest dawe
Delên doy dade rijawe
Boye dade wa kiz û damawe
Dadey hejar kwa doy mawe

Na na mindalan diroye
Dadey hejar kwa doy mawe
Demêke mer û malatî birdrawe ser birdrrawe
Mêrdî de sal pêşmerge buwe
Êsta nawîşî nemawe
Dû kiçî hen bêwejnin
Kolê mindalî birsîyan tê alawe
Kiçêkîşî her be sewzî helûşrawe
Na na mindalan diroye
Dadey hejar kwa doy mawe
Delên doy dade rijawe
Boye dade wa kiz û damawe
Delên doy dade rijawe
Dadey hejar kwa doy mawe