Azad Kelhurî

Pepûley Azadî

Bi dengê: Azad Kelhurî
Diyalekt: Soranî
230
Bo mezray awatî min toy newgulî şiq û wefadarî
Bo gulşenî pir gulî jînim etoy awazî dildarî
Le behrî bêpeyî jiyan işqî to le dil keştî awatim bû
Xoşewîstî û mêhrî to germî jînî min rêgay necatim bû

Pepûley azadî naw baxçey dildarî û şiq û sefa bûyn
Bexwa zor heyfe gulim ême be carê le yek ciya bûyn
Le behrî bêpeyî jiyan işqî to le dil keştî awatim bû
Xoşewîstî û mîhrî to germî jînî min rêgay necatim bû
Le bîrit çû ew şewe asmanî jîn estêrebaran bû
Melî roh le işqî to ey nazenîn mest û xezelxwen bû
Were dîsan ba le nêw işqî weslî to bimxate rûnakî
Rûkeyn le qîbley wefa sermestî û sefa herdû be dilpakî

Qet nedey azarî giyanî mest û bêdaranî şew
Xot nexeyte ber şepolî eşkî bê payanî şew

Le bîrit çû ew şewe asmanî jîn estêrebaran bû
Melî roh le işqî to ey nazenîn mest û xezelxwen bû
Were dîsan ba le nêw işqî weslî to bimxate rûnakî
Rûkeyn le qîbley wefa sermestî û sefa herdû be dilpakî