Newîd Zerdî

Sazî Nasaz

Bi dengê: Newîd Zerdî
Diyalekt: Soranî
180
Bulbulî balşikawî wextî gulim
Her şepolan deda dilî le kulim
Kurdî bendîyî beyanî newrozim
Girî girtuwe derûnî pir sozim

Muxî bê agirî şewî yeldam
Çawerêy çarenûsî napeydam
Kewî bêdengî newbeharanim
Gulî bêrengî çaw le baranim

Kuncî cêjwanî çol û xamoşim
Sêberî nazenînî reşpoşim
Destî berbûy kiçî gerî şayîm
Hestî xinkawî lawî sewdayîm

Defterî şî’rî şaîrî rûtim
Şemî sergor û darî tabûtim
Çon detwanim be to bilêm min çîm
Xom gumanim heye ke hem ya nîm
Kêlî gorî şehîdî gumnawim
Takedarî kirûzî bê awim
Kunî gîrawî kone şimşalim
Xewnî aloz û xatîrey talim
Jîlemoy agirî beyananim
Bawkî firmêskim û kurî janim
Bale sûtawekanî perwanem
Şûşe badey betalî meyxanem
Çile rêhanî dûre dêrawim
Sazî nasazî helpesêrawim

Tike awngî ser gelay zerdim
Xeste û derdedarî çî derdim
Defterî şî’rî şaîrî rûtim
Şemî sergor û darî tabûtim
Çon detwanim be to bilêm min çîm
Xom gumanim heye ke hem ya nîm