Xemî dûrî to way lê kirdûm
Her be zîndûyî elêy mirdûm
Kesê neybûbê derdî dûrî yar
Tênaga le hal xerîbî dilzar
Dil xerîb wekû dîwexan xeme
Xerîb mîwandar derd û esteme
Şewanim tale rojanim tare
Jînî xerîbî le rûm diyare
Hal nîye zartir le halî min bê
Mal nîye wêran wek malî min bê
Pêwîstîm pête ta hest bikem hem
Bê to xerqim min le deryay matem
To nebî min her leşê bê giyanim
Ewînî toye niyazî jiyanim
Xemî dûrî to way lê kirdûm
Her be zîndûyî elêy mirdûm
Kesê neybûbê derdî dûrî yar
Tênaga le hal xerîbî dilzar
Dil xerîb wekû dîwexan xeme
Xerîb mîwandar derd û esteme