Ebdula Peşêw

Xatûnekem

Bi dengê: Ebdula Peşêw
Diyalekt: Soranî
2034
Xatûnekem
Bîstûte asman çen dûre
Min barteqay dûrî asman xoşim dewêy
Bîstûte derya çen qûle
Beqed qûlî gişt deryakan xoşim dewêy

Gyanekem to nûsrawêkî
Dêrit beqed talî perçem
Min çwar sale detxiwênmewe
Çen balî bîrim lêk dedem
Ne têr debim
Ne têt degem

Zor detirsim
Le naw dêrî şe’rekanma şar bitnasê
Kamêray çawî mergewan wênet bigrê
Helîwasê
Zor detirsim
Ger bitnasin pencekanim helwerênin
Şabsikî toş bisûtênin
Belam hêşta min derbest nîm
Herçîm dîwe
Herçîm bo çawit nûsîwe
Nayşarmewe
Ta çok bida le derûnta dêwî guman
Ta gewre û biçûk bizanin xoşim dewêy
Xoşim dewêy sed barteqa dûrî asman
Nêrer: aso pîrî
Pêdaçûnewe: goranîy kurdî