Ednan Kerîm

Xatûn

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
304
Xatûnekem
Bîstûte asman çen dûre
Min barteqay dûrî asman xoşim dewêy
Bîstûte derya çen qûle
Beqed qûlî gişt deryakan xoşim dewêy

Giyanekem to nûsrawêkî
Dêrit beqed talî perçem
Min çwar sale detxiwênmewe
Çen balî bîrim lêk edem
Ne têr ebim
Ne têt degem

Zor etirsêm le naw dêrî şêrekanma
Şar bitnasê
Kamêrey çawî mergewer
Wênet bigrê û helîwasê
Zor detirsêm ger bitnasin
Pencekanim helwerênin
Şabiskî toş bisûtênin

Belam hêştaş min derbest nîm
Herçîm dîwe
Herçîm bo çawit nûsîwe
Nayşarmewe
Ta çok bida le derûnta dêwî guman
Ta gewre û biçûk bizanin
Xoşim dewêy
Xoşim dewêy
Sed barteqay dûrî asman
Şadndina Deq: Aso Pîrî