Hesen Derzî

Nemrdm Min Eger Emcare Bê To

Bi dengê: Hesen Derzî
Diyalekt: Soranî
325
Nemirdim min eger emcare bê to
Neçim şert bê heta ew xware bê to
Derûnim xalîye wek ney denalê
Hewarêkî çi pir haware bê to
Bînayîm kwêre helnaye be rûy kes
Mujem yek yek elêy bizmare bê to

Qesem bew şerbetî dîdarî pakit
Şerabim eynî jehrî mare bê to
Le kin to xar û xes gulzare bê min
Le kin min xermenî gul xare bê to
Le kin min ba wicûdî nas û ecnas
Kesî têda nîye em şare bê to

Heta tom aşina bûy, aşinam bûn
Emêsta mû be mûm exyare bê to
Hemû rojê le taw hîcranî emsal
Temenay mirdinî pêrare bê to
Le hesret serwî qedit çawî Nalî
Dû coge, belkû dû rûbare bê to