Nemirdim min eger emcare bê toNeçim şert bê heta ew xware bê toDerûnim xalîye wek ney denalêmHewarêkî çi pir haware bê toBînayîm kwêre helnaye be rûy kesMujem yek yek delêy bizmare bê toQesem bew şerbetî dîdarî pakitŞerabim eynî jehrî mare bê toLe kin to xar û xes gulzare bê minLe lay min xermenî gul xare bê toLe kin min ba wicûdî nas û ecnasKesî têda nîye em şare bê toHeta tom aşina bûy, aşinam bûnEmêsta mû be mûm exyare bê toHemû rojê le taw hîcranî emsalTemenay mirdinî pêrare bê toLe hesret serwî qedit çawî NalîDû coge, belkû dû rûbare bê to