Xebat Mewludî

Şedelarekem Were

Bi dengê: Xebat Mewludî
Diyalekt: Soranî
294
Şedelarekem were seyranî gulan ciwane
De bê giyanekem de bê semaye û mey gêrane
Ser destey yaran cêgay nazdaran
Korî dildaran etperestin
Wek carî caran gule û gulbaran
Cem bûn le cêjwan hemû mestin

Bê bo cêjwan îşq û şeydayîm
Diltezêne derdî tenyayîm
Mestim le neşey dû çawanit
Serxoşî bade û mey gêranit
Ser destey yaran cêgay nazdaran
Korî dildaran etperestin
Wek carî caran gule û gulbaran
Cem bûn le cêjwan hemû mestin

Were banî çaw were semaye û gulbarane
Were giyanekem were payendazî to giyane
Wextê ke hatî xemit labirdim
Lem çemenzare mestit kirdim
Wextê ke hatî ser lay êware
Bew lence û lare dilit birdim

Bê bo cêjwan îşq û şeydayîm
Diltezêne derdî tenyayîm
Mestim le neşey dû çawanit
Serxoşî bade û mey gêranit
Ser destey yaran cêgay nazdaran
Korî dildaran etperestin
Wek carî caran gule û gulbaran
Cem bûn le cêjwan hemû mestin