Tahîr Tofîq

Şîrîn Behare

Bi dengê: Tahîr Tofîq
Diyalekt: Soranî
666
Şîrîn behare beharî şadan
Bêbehren le jîn gel namiradan
Cejn û behar û seyran û xoşîy
Giştî pîrozî gerdin azadan

Şîrîn ezanim ke toş zamdarî
Wek min ewdalî xunçey beharî
Hîway to yeke hîway min hezar
Min bêzar nebim to bo bêzarî

Mejî bo mirdin bimre bo jiyan
Çon qazanc ekey ta nekey ziyan
Le zirey zincîr dilit nelerzê
Pêwend bo leşe newek bo giyan

Bê dabinîşîn le bin henaran
Korê bibestîn çun mey gusaran
Ba satê nawî le yada nebê
Mergî ciwanan giryey hejaran

Bê dabinîşîn le bin darî bey
Nextê binoşîn le xoşawî mey
Ewca dezanî kamyan ciwanin
Bey rengî gerdin mey rengî gonan

Bê ba bot bikem basî ciwanîm
Rojanî berxîm şewanî şwanîm
Korpey azîz bûm şwankarey şadî
Jiyam be xoşî heta twanîm

Jiyam serdemê be keyf û xoşî
Be şadî kirîn be xem firoşî
Taku pêmkira şerabim noşî
Heta twanîm rûmetîm mijî

Ewsake çûme rîzî dildaran
Pêy witim serdar hozî hejaran
Bê dabinîşîn le bin dîwaran
Zincîr le gerdin çûn gunehkaran

Şîrîn heta key dûrît biçêjim
Firmêskî xwênîn ta key birêjim
Takey le goşey dilî zarimda
Xunçey ciwanî û gencî binêjim

Bê dabinîşîn dîde pir esrîn
To bigrî bo xot minîş bo Şîrîn
Wa beharîş hat kej û kêw rengîn
Diley alem şad diley xom xemgîn