Perwîn Moşîrwezîrî

Be Xemzey Çawî Mexmûrî

Bi dengê: Perwîn Moşîrwezîrî
Diyalekt: Soranî
427
Be xemzey çawî mexmûrî sîyahî mestî mey kirdîn
Be maçî lêwî mustexnî le enwayî mezey kirdîn
Tiraza bendî suxmey alî gulnarî be ahî min
Keçî destî leser dana le seyrî bax û bey kirdîn
Be hewrî perçemî ebrû rux û zulfî ke dapoşî
Le şewqî ruyetî bedrî hîlalî yek şewey kirdîn
Egerçî kuştinî xo qabîzolerwahe mujganî
Be qanûnî mesîhayî le xendey lêwî mey kirdîn
Îlacî derdî dil narî le Tahîr Beg temenna ke
Bilê emro gulendamê be tîrê cergî pey kirdîn