Ednan Kerîm

Çawî Mexmûrî

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
449
Be xemzey çawî mexmûrî sîyahî mestî mey kirdîn
Be maçî lêwî mustexnî le enwayî mezey kirdîn

Tiraza bendî suxmey alî gulnarî be ahî min
Keçî destî leser dana le seyrî baxî bey kirdîn
Le bo yek merhebayê çûme lay yarim be serxoşî
Nîqabî xiste ruxsar û becarê kewte xamoşî
Ke wam dî royî aramî dil û sebir û feramoşî
Be hewrî perçem û zulfî rux û ebroy ke dapoşî
Le şewqî ruyetî bedrî hîlalî yek şewey kirdîn

Le bo xwênrêjî oşaqan nîgarim gerçî bêbake
Welê ey dil le rûy omêdewe carê timaşa ke
Melê safî zemen axir bû kes tîmarî kes naka
Deway derdî dilî Narî le Tahîr Beg temena ke
Bilê emro gulendamê be tîrê cergî pey kirdîn