Nasir Rezazî

Gomeşîn

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
448
Pêt naxinikêndirêm gomeşîn le xobayî ey gomeşîn
Renge bewey şepolekanit be girme û lirfe û hawar û hereşen
Gêj dexon û xo be dîwarî
Herolî şaxa deden
Bayî bûbî û rifandibêtit ew hawrêy hawseneger
Ew roley şîrîn
Ey weyşûmey nehat bes le pêş çawî
Giyandar û pelewerî bestezmanî dewr û piştit xobayî ke
Be qaqay reş be nêw çawanî wa girjit
Awazî delûşim dekujim bes bixwêne
Wis be tawêk melûrêne gwê radêre bizane be gij kêda hatûy
Bimnase û be hemû çoman û be derya û xelîc roxim binasêne
Lemperekey deryay dûkan ke pêş be to
Çen rûbarî le to be lirfetir degrê deskirdime
Ew keştiye meznaney hezar şepolî serkêşî To deşêlê deskirdime
ew agirey ke deybînî sitemkar heldeqirçênî deskirdime
Min kargerim, min rencderim
Min însanî têkoşerî cengawerim
Paş wey serî serkutkerim pan kirdewe
Emcar dême serînî toy le xobayî
Şert bê weha bitbestmewe
Be hewraza be nişêwa
Wêney espêkî destemo
Be deşt û dera xoş ajo
Wa bitbem û bitgêrmewe
Le bin hemû darêk
Hemû binçkêk
Çok dabidey sucde bibey
Bo dar, bo gul, bo genim, bo awedanî
Destî mandûm pir bikey le sewzelanî le herzanî
Leser derkey xeyalî zyanexuroyî û xinkandin û malwêranîy
Leser derkey ew bay serî le xobayî
Leber pêmda
Leber pêy însanî rencder kiş û matî
Mendî gomit le tirsana bilerzênî
Leber dest û destelatî minî dahêner
Minî dahênerî xulqêner serî teslîm û
Çawî rêzgirtin û tezîm danewênî