Belên bide
Ke tarîkîm bo ranexey
Belên bide
Ke şextebend naxeyte ber pêm
Minîş belênit pê edem
Dan be rabirdûma binêm
Pêş çawî to
Le perdaxî wenewşeyî
Çawî tirim pêk heldawe
Pêş namey to
Qijî gelêk namey tirim dahênawe
Pêş singî to
Zor singî tir
Çepkegulî tezûy sûryan bo çinîwim
Pêş jwanî to
Zor jwanî tir
Rêgey dûryan pê birîwim
Şa’îrêk bûm
Gerûy wişkim
Be dway qumêk awa wêl bû
Bo baranî her asmanêk nûştamewe
Awî lêl bû
Ger etewê xwênî demarî şî’irim bît
Dastanêk bît bêkotayî
Ger etewê
Xoşewîstît bedwayda nêt
Maçî serdî malawayî
Belên bide asmanim bît
Belên bide
Henasem bît sêberim bît baranim bît
Takû minîş şanoy konim cê bihêlim
Demamkî rûm firê dem
Dû balî pir xoşewîstîm
Le gerdenit girê bidem