Kalê Ateşî

Beharan

Bi dengê: Kalê Ateşî
Diyalekt: Soranî
246
Beharan katê gul pişkût le gulzarî gulendaman
Xudawendî ciwanî hate banêjî dilaraman

Çûze pûngey pay befrawî deşt û kosaran
Gul û gulxunçey beharî ewel beharan

Ewa bûkî beharîşim gera wek rojî rêy şadan
Buwe serdarî gulzaran legel çînî perîzadan

Çûze pûngey pay befrawî deşt û kosaran
Gul û gulxunçey beharî ewel beharan

Perendey çem çirîkandî le çîmenzarî nazdaran
Ewa bonî gulan pirt bû lenêw ahengî dildaran

Çûze pûngey pay befrawî deşt û kosaran
Gul û gulxunçey beharî ewel beharan

Le katê her dilê mest bû be misk û ember û lêwan
Lewêda lew hewargeye ke zorcar lêy ebîn mîwan

Çûze pûngey pay befrawî deşt û kosaran
Gul û gulxunçey beharî ewel beharan