Hanî Muctehîdî

Dêmukrasî

Bi dengê: Hanî Muctehîdî
Diyalekt: Soranî
273
Dêmukrasî to deng meke dinyat be deng reng kirduwe
Le jêr karxaney çek sazî lewê mindalê xewtuwe

Serokekan hîçê melên êwen dunyatan xwarduwe
Le bin girmey putîn êwe lewê mindalê xewtuwe

Dîndarekan dengê meken dînî baştan firoştuwe
Le beyn şerî xudakanda lewê mindalê xewtuwe

Birya pilanî em dunya mindalêk daybiriştaya
Ne çek ne dîn ne halîwûd hîç neqşêkî tê nebwaya

Xecalet nakêşî dunya ewey însanyet mirduwe
Siyasetwan îmza mede lewê mindalê xewtuwe

Bêtamtirîn qisey dunya basî dêmukrasî eka
Cengî hêz û dengî bombê xewnî mindalî kuştuwe
Dîndarekan dengê meken dînî baştan firoştuwe
Le beyn şerî xudakanda lewê mindalê xewtuwe

Birya pilanî em dunya mindalêk daybriştaya
Ne çek ne dîn ne halîwûd hîç neqşêkî tê nebwaya
Xecalet nakêşî dunya elêy însanyet mirduwe
Siyasetwan îmza mede lewê mindalê xewtuwe