Gulegenme koçerîyekem ba bes bêt îtir waz bêne
Le yadî şem le xem gerê nawî em base mehêne
To temaşay dunya bike çend zû derwa û çend gorawe
To birwane aşqan û çend birawe û çend dorawe
Min em wişe le kwê bênim ta gunahêk be nawî kem
Min natwanim kildanî to her dilê bêt le çawî kem
Ke dewranî dunya wa bêt ke doranî lexora bêt
Aşq be gemey destî xem îşqîş be karwansera bêt
Min dewarî nîştimanêkim le kole bo bes nebê
Hewarêkî wêranim lê becê mawe bo kes nebê
Bo bes nebê ke îşq le jêr heresda bê
Îşq le jêr rehmî çep û mergî tazey hewesda bê
Gulegenme koçerîyekem ba bes bêt îtir waz bêne
Le yadî şem le xem gerê nawî em base mehêne
To temaşay dunya bike çend zû derwa û çend gorawe
To birwane aşqan û çend birawe û çend dorawe
Elbumî daye salî 2001
Awaz: zekerya
Dabeşkirdin: şapowir
Honrawe: serkewt resul