Sedulla Nesîrî

Leber Derge

Bi dengê: Sedulla Nesîrî
Diyalekt: Soranî
216
Şew raşika
Ejnom şil bû
Mang be taqî asmanewe helpirûka

Dergeketim lê bikewe
Emşew hatûm
Bo çinînî
Çepke nêrgizêkî çawit

Bo wiçanê
Bo xewnê
Toze giryanê
Leser hewrî qijî xawit

Emşew hatûm
Tirûskayîy şarî yadgar bangî kirdûm
Legel sîmay minalîma
Legel xemî şorebîma
Hatûm û nagerêmewe
Ya pêt degem
Ya wek momêk
Desûtêm û detwêmewe

Dergeketim lê bikewe
Her dildarekey caranim
Her kêlgekey ber dergetim
Her tînuwekey kirêwe û
Lizmey baranim

Dergeketim lê bikewe
Min ew kesem
Ta dwênê bûm
Lenaw gerûy rûnakîda detşardimewe
Lenaw camî metirsîda detixwardmewe

Kat le jêr balî asmanda
Xerîke bawêşk eda
Şwên qulereşêkî kipe
Dergeketim lê bikewe
Şitêk nîye şîrîntir bê
Le xişpey pê û çirpey çipe

Dergeketim lê bikewe
Kift û mandûy rêgay dûrim
Wekû caran
Kemêk le lat demênmewe û radebûrim

Şew raşika
Ejnom şil bû
Mang be taqî asmanewe helpirûka
Dergeketim lê bikewe
Dar û berdî ber dergetan hatine tika

Azîz boç awa talanit kirdim
Boç be taney nakesit kirdim
Gulî şermînim gulî nermînim taqaney jînim
Toyş tenyat hêştim toyş jehrit çêştim

Netzanî sazim bê to bênaze
Netzanî cestem bê to lawaze
Netzanî eşqit xway be min nasand
Netzanî dûrît gerûmî tasand
Gulî şermînim gulî nermînim taqaney jînim
Toyş tenyat hêştim toyş jehrit çêştim

Netzanî bê to roswa û serşêtim
Netzanî şahîd xakî berpêtim
Netzanî eşqit xway be min nasand
Netzanî dûrît gerûmî tasand
Gulî şermînim gulî nermînim taqaney jînim
Toyş tenyat hêştim toyş jehrit çêştim