Kajaw Şewket

Zawa Le Bûkê Mede

Bi dengê: Kajaw Şewket
Diyalekt: Soranî
201
Zawa le bûkê mede toxuda le bûkê mede
Eger le bûkê dedey deşêwê desre û şede

Aman lew dem û lêwe gulaley herd û kêwe
Hêzî leber birîwim hênde dilim wapêwe
Zawa le bûkê mede toxuda le bûkê mede
Eger le bûkê dedey deşêwê desre û şede

Aman çî buwe nazanim girî berdaye giyanim
Her ew çarem bika, ewe hêz û henawim
Zawa le bûkê mede toxuda le bûkê mede
Eger le bûkê dedey deşêwê desre û şede

Çêştim emro jehrî mar û yarî şîrînim nehat
Zexmî konim hate jan û merhemî birînim nehat
Min xemim xward û xemîş xwênî cigermî xwardewe
Boye giryam çend be çend firmêskî xwênînim nehat

Zawa le bûkê mede toxuda le bûkê mede
Eger le bûkê dedey deşêwê desre û şede

Giyane heste le xewê bizane min çîm dewê
Le gerdinî zerdit yarim dû maçim dewê
Zawa le bûkê mede toxuda le bûkê mede
Eger le bûkê dedey deşêwê desre û şede