Nasir Rezazî

Zawa Le Bûkê Mede

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
372
Zawa le bûkê mede delên le bûkit dawe
Dwênê dîm le rêy kanî ser û şedey şêwawe
Dena deybem û derom yekser deçme Mîrawe

Leber ew kiçe reştale qedî delêy şimşale
Awirî le min berdawe naskê daykî mindale
Bêwejine yan kiçe her delêy şekî kale
Pirsî şêx û melam kird maçî bo min helale

Zawa le bûkê mede bûkê danebezîwe
Le malî xot berdedey ew cirîwe û qirîwe
Kirasekey gelê teske goy memkî dadirîwe

entîk û zêde lawe çonî lê bikem silawe
Kiras mexmer darabî le balayda dûrawe
Ne kurte ne dirêje leser pencey wêsawe
Leber ew daykey demrim memkî ser zarî nawe
Awirî le min berdawe qed bilind û belek çawe

Zawa le bûkê mede toxuda le bûkê mede
Eger le bûkê dedey têk deçê desre û şede
Dena deybem û derom yekser bo Şino û Nexede