Hesen Zîrek

Zawa Le Bûkê Mede 2

Bi dengê: Hesen Zîrek
Diyalekt: Soranî
309
Erê way way zawa le bûkê mede tuxuda le bûkê mede
Ca eger le bûkê bidey têk deçê desre û şede
Leber derkêy radegirim cîms û cîp û pabêde
Şewger û dawet xoşe tuxuda le minî têk mede

Erê wey bewey badî hewaye û zulfî hewda hewdaye
Pêm gut awêzanit bim lezet her leweydaye
Ey be roj qewlim dedatê û şewê le jwanim naye
Zawa le bûkê mede tuxuda le bûkê mede
Zawa le bûkê mede wey delên le bûkêt dawe
Dwênê dîm leser kanî dîm wey ser û şedey şêwawe

Hatûm le lay bokanê naskê gware colanê
Girtim dû maçim lê send wey le rastey xyabanê
Pêm gut awêzanit bim pîr bûy ew mekirey danê
Zawa le bûkê mede tuxuda le bûkê mede
Ca eger le bûkê bidey têk deçê desre û şede
Erê wey leber derkêy radegirim cîms û cîp û pabêde

Key danîşîn dûbedû kelegetêy xal le rû
Ne men’im ken ne lome û min bo wî awrim tê berbû
Awrî le min berdawe kuştimî zênêy xal le rû
Zawa le bûkê mede tuxuda le bûkê mede
Çun eger le bûkê bidey deşêwê desre û şede
Min leber derkêy radegirim cîms û cîp û pabêde

Berz û rind û lêw’alê derd û dermanim xezalê
Sê gez be gezî kurdî baskim le gerdinit halê
To biro bawkit razî bike û daykit bo min hîç nalê
Zawa le bûkê mede boçî le bûkêt dawe
Emro dîm leser kanî wey ser û şedey şêwawe

Cwanî beynella cwanî be milwênê herzanî
Min leber ew goze demirim naskol eybate kanî
Kiçê be wêney aske şêtî sertopî kurdistanî
Zawa le bûkê mede tuxuda le bûkê mede
Bêt û le bûkê bidey têk deçê desre û şede
Erê wey leber derkêy radegirim cîms û cîp û pabêde
Naskê ebem û erom yekser eçme nexede
Şewger û dawet xoşe ewşo le minî têk mede