Şehîn Talebanî

Sine

Bi dengê: Şehîn Talebanî
Diyalekt: Soranî
400
Şarekem Sine şarî şîrînim
Cêgay le daykbûn hestî ewînim
Key çawim roşin bê be dîdarit
Giyan bê be qurban dîmenî şarit
Her sûçêkî to bo min şarêke
Zîndûkerewey azîz yadigarêke
Hez ekem biçmew bo şarî Sine
Ew şare qîbley awatî mine
Bçim danîşim le pay Taqedar
Çawgelim pir kem le temaşay şar
Çawgelim pir kem giyana le temaşay şar

Herçenê xefet min le dilma bê
Naw Sine bêrin le bîrim eçê
Emxatewe bîr jînî caranim
Hat û çoy germî dos û yaranim
Bax û baxat û azîz berzayî û deştî
Şwênî seyrangay giyane her wek beheştî
Hez ekem biçmew bo şarî Sine
ew şare qîbley awatî mine
Bçim danîşim le pay taqedar
çawgelim pir kem giyana le temaşay şar

Sêwer darekan Zeferye û Mesnaw
Bîrkirdineweyan dil ekate aw
Her ewe tenya awatî mine
Tenya carêtir biçmewe Sine
Şert bê xakekey giyana binme ser çawim
Lêy dûr nekewim azîz heta mawim
Hez ekem biçmew bo şarî Sine
Ew şare qîbley awatî mine
Biçim danîşim le pay taqedar
Çawgelim pir kem giyana le temaşay şar