Mihemed Mamlê

Ba Wa Bê (Bo Degrî)

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
393
Ba lênên pêşbaran xêl dên le zînwê şêxî
Kîj gerawe dway baran bermûran wexoy dêxî
Telebê dekem le xuday le kin çadrî mey bêxî
Bo degrî bo degrî, yarim girûm lê degrî
Krasî marûm bo kirîwe, girûy girtuwe bo hewrî
Ba lênên pêşbaran hewarî me le kwêye
Kîj gerawe dway baran, be swarî maynî şêye
Delê maçit nademê dayk û bab çawyan lêye
Ba wa bê ba wabê, bo debê tewela bê
Zerdexendêkit bêtê xo dinya xirab nabê
Le yarî xom dilmendim xelkî pêy waye gêjim
Sewdayek leserî dam wek bulbulan debêjim
Leber fikir û endêşan weber nakewê nwêjim
Ba wa bê ba wabê, bo debê tewela bê
Zerdexendêkt bêtê xo dinya xirab nabê

Qetare
Wêl û awarem le bêstûn yar û hemdem tîşeme
Yarî min çû jêr nîqabê dînî wî endêşeme
Bextî bed rêgay umêdî bestuwe le min û le yar
Boye roj û şew le dûrî şîn û giryan pîşeme
Cogeley xwênêk diyare wa be sefhey rûmetim
Xwên be xur bayê, belam min tenya ew xwahîşeme
Bese ba çîdî le baxî weslî to bêbeş nebim
Meşkêne çî dîke tuxuda ew diley wek şûşeme
Bo degrî bo degrî, yarim girûm lê degrî
Krasî marûm bo kirîwe, girûy girtuwe bo hewrî
Çerxî zemane eminî tewela kird le yarim
îşqit bo min şew û roj lêm buwe be kar û barm
Bo dûrî wî reşpoşim satêk nîye qerarim
Ba wa bê ba wabê, bo debê tewela bê
Zerdexendêkt bêtê xo dinya xirab nabê