Îsmaîl Pîrxidirî

Çemen Yekbare Xamoşe

Bi dengê: Îsmaîl Pîrxidirî
Diyalekt: Soranî
236
Çemen yekbare xamoşe xiroşî bulbulan ba bê
Dil emro mat û medhoşe xwa feslî gulan ba bê
Eger meylit le sermane çi hacet abî heywane
Le lêwî lelî canane heyatî cawîdan ba bê
Nemawe halet û jînim ledes çû rohî şîrînim
Refîqan bên biken şînim seday girye û fuxan ba bê
Esîrî tarî gîsûtim hîlakî çawî cadûtim
Şehîdî têxî ebrûtim desa îsay zeman ba bê
Bîhemdîla gulî rena şikandî rewneqî leyla
Bilên mecnûnekey şeyda reîsî aşqan ba bê
Zemane bezmî rendane bide saqî be peymane
Leber tezîmî meyxane bilên pîrî muxan ba bê
Ela ey aşqî medhoş wekû “tahîr” mebe xamoş
Leber sozî dilî pircoş newayî mutrîban ba bê