Henayî kirduwe pencey be xwênawî dilî zarim
Eme renge şehadet bê ke kuştey destî dildarim
Gutim: aya be zarî xot deprisî halî zarî min
Biroy hênaye yek wek şiklî la ye’nî ke bêzarim
eceb estêre şew heldê le tawî xusrewî xawer
Be rûy tom dîde helnayê şew û roj gerçî bêdarim
Tebîbî min debê dexlî hebê sahîb îşaret bê
Meger çawit bizanê min leber çî mest û bîmarim
Be serum wit ke raste serkeş û berzî keçî lerzî
Ke ferqîşim bigate asman bendey qedî yarim
Le şîrînî eto ey xusrewî textî zemîn renge
Bigate asmanî bêstûn ferhadî hawarim
Henayî kirduwe pencey be xwênawî dilî zarim
Eme renge şehadet bê ke kuştey destî dildarim