Swêndim xwarduwe be perçemit
Ta dem nenême nêw demit
Nabim be şerîkî xemit
Ya rebî çî bû çî lê kirdim
Cêjneş roy, xulqit nekirdim
To bît û duay welfecirî
Wextê demben bo gwêy qebrî
Bizanin lêw al çon bom degrî
Ya rebî çî bû wat lê kirdim
Cêjneş roy xulqit nekirdim
Çaw û ebrot le yek tîrin
Mîslî şahan be tegbîrin
Sahebî kot û zincîrin
Ya rebî çî bû çît lê kirdim
Cêjne roy xulqit nekirdim
Ew çawaney helyan dênî
Be kile û derman deyrengênî
Bo lêm zîzî, namdiwênî
Ca boçî çî bû çît lê kirdim
Cêjne hat xulqit nekirdim
Ew gereke seransere
Têy daye, naske dulbere
Nexoşim bot ey nazdare
Ya rebî çî bû wat lê kirdim
Be bêhûde pîrt kirdim