Bimderê maçê lew lêwe cwane
Maçêkî germî zor ’aşiqane
Pêm melê na na to ew çawane
Maçî dildarî deway dilane
Swêndim xwarduwe swênd bew yezdane
Ta maçit nekem nerom lêrane
Rût wermegêre na tuxwa gyane
Maç û mûç hîway xoşewîstane
Hatûm bo maçê bêne dey kwanê
Leser peyman û we’dekey jwanê
Ew lêwe bêne pêm bilê hanê
Yekem car maçê ca lêwlêwanê
Hatûm bo maçê bêne dey kwanê
Leser peyman û we’dekey jwanê
Ew lêwe bêne pêm bilê hanê
Yekem car maçê ca lêwlêwanê
Maçêkim dewê maçî dildarî
Maçêk le lêwî xunçey beharî
Her debê bênî maçêk be dyarî
Lay min bimênê kiçê bo yadgarî
Maçêkî lêwit gişt dinya dênê
Herçî xem heye le dil derdênê
Hesret xerîke min desûtênê
Bêne maçî kem her hemû şwênê
Hatûm bo maçê bêne dey kwanê
Leser peyman û we’dekey jwanê
Ew lêwe bêne pêm bilê hanê
Yekem car maçê ca lêwlêwanê