Çon nenalê ew diley pir hestî min!?
Çon le ejno bibnewe dû destî min!?
Çon nenalê ew dile engawteye!?
Berd le berdî bêtewe dengî heye
Çon nesûtê ew diley kanî xeme
Ew pepûley wake mîwanî şeme
Çon nenalê ew hezarey pir be dil
Dûr le gulzarew xerqî mateme
Janî nasorî cudayîm çêştuwe
Herçî xoşim wîstuwe cêm hêştuwe
Helbirawim min le yarî nazenîn
Derkirawim min le xakî dilinşîn