Nasir Rezazî

Naley Cudayî

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
384
Saqîya! wa badewe, wa badewe
Rû le lay min ke be camî badewe
Muşterî wek min le meyxanê kemin
Zorbeyan şadû bekeyfû bê xemin
Mey herame bo sehendew bê xeman
Mestî bê xem bo çî bigirin êxeman?
Em şerabe tale bo derdû xeme
Lêy heram bê ew kesey derdî keme
Em şerabe ale bo bê derd nîye
Lêy heram bê ew kesey reng zerd nîye
Bo kesêke mey: ke derdî karîye
Bê xemêk bîxwatewe, zordarîye
Bo kesêke mey: dilî pir bê le dax
Bo çî lêy bixiwatewe berze demax?
Ew kesey bê kes nîyew xane xerab
Dek be jehrî marî bê badew şerab

Saqîya, wa wergerê, wa wergerê
Rû le lay min ke, meço bo serperê
Lengerê bigre, mebe wa berzefir
Bêne bo min, bêne bo min, camê pir
Mey helale bo minî wêranemal
Bo minî sergeştewû rûtû recal
Bo minî babirdeley girdenşîn
Bo minî dil pir le nasorû birîn
Bo minî awarewû dûre weten
Bulbulî bê beş le gulzarû çemen

Saqîya! bo kwê deçî, bo kwê deçî?
Toş leber ew milhurane milkeçî?
Toş be rengû boy ewan xwardit firîw?
Çawî toşî helfirîwand zêrû zîw?
Çilkî deste malî dinya wek delên
Malperist peyman şikênew bê belên
Qedrî cwanî kwa dezanê malperist
Cwanperiste pîrî xawen zewqû hest