Nasir Rezazî

Meqamî Naley Cudayî û Goranî Nazdar û Nazdar

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Soranî
510
Saqîya! wa badewe, wa badewe
Rû le lay min ke we camê badewe
Muşterî wek min le meyxanê kemin
Zorbeyan şadû bekeyfû bê xemin
Mey herame bo sehendew bê xeman
Mestî bê xem bo çî bigirin êxeman?
Em şerabe tale dermanî xeme
Lêy heram bê ew kesey derdî keme
Em şerabe ale bo bê derd nîye
Lêy heram bê ew kesey reng zerd nîye
Bo kesêke mey: çizîlkî pêwe nê
Bo çî milhur lêre bînî pêwe nê!?

Bo kesêke mey: ke derdî karîye
Bê xemêk bîxwatewe, zordarîye
Bo kesêke mey: dilî pir bê le dax
Boçî lêy bixiwatewe berze demax!?
Ew kesey bê kes nîyew xane xerab
Dek bejarî marî bê badew şerab
Ew kesey neyçêştuwe derdî jyan
Ew kesey neydîwe êşû birkû jan
Ew kesey nekira nîşaney tîrî xem
Şanî danexziz lebin barî sitem
Ew kesey hestî be zordarî nekird
Têxî zordarî birîndarî nekird

Ew kesey destî le ewkê berdira
Ew kesey dujmin le malî derkira
Ew kesey neybînî hatî dujminî
Nîrî yexsîrîy le esto darnî
Ew kesey hênde nebû zwîrû zigar
Wa nekewte ber çepokî rojgar
Ew kesey neyharî berdaşî zeman
Ewkesey zîrey negeyye asman
Ew kesey dûrîy ’ezîzanî nedî
Tîrû taney bê temîzanî nedî
Tozî bedbextî leser şanî nenîşt
Lêy negîra dewrupiştû çwar tenîşt
Ew kesey xwardîw le bin sêber kewt
Şew lebo keyfê le mal xoy nema
Bo debê bêtû bika meyxane teng!?
Şwênî dîke zore bo galtew cefeng

Saqîya, wa wergerê, wa wergerê
Rû le lay min ke, meço bo serperê
Lengerê bigre, mebe wa berzefir
Bêne bo min, bêne bo min, camê pir
Mey helale bo minî wêranemal
Bo minî sergeştewû rûtû recal
Bo minî babirdeley girdenşîn
Bo minî dil pir le nasorû birîn
Bo minî awarewû dûre weten
Bulbulî bê beş le gulzarû çemen
Saqîya! bo kwê deçî, bo kwê deçî?
Toş le ber ew milhurane milkeçî?
Toş be rengû boy ewan xwardit firîw?
Çawî toşî helfirîwand zêrû zîw?
Zêr belaye, bê wefaye dewlemend
Her huner nemre, hunerwer merdû rend
Çilkî deste malî dinya wek delên
Malperist peyman şikênew bê belên
Qedrî cwanî kwa dezanê malperist
Cwanperiste pîrî xawen zewqû hest

Ta key danîşim nazdar ta key nekem deng
Gewher firoş bûm cwanê mayem bû be seng
Gewher firoş bûm hawar mayem bû be seng
Nazdarû nazdar ey wey nazdarey babî
Nazdarû nazdar ey wey nazdarey babî
Min xom zû zanîm hawar to bo min nabî
Bednawit kirdim cwanê yaxwa riswa bî

Hîç xoşîm nedî nazdar le rûy zemane
Bûm be nîşane cwanê bo tîrû tane
Nazdarû nazdar ey wey nazdarit kirdim
Bê sûç bê tawan cwanê le xiştet birdim
Mindalî dwênê bûm nazdar to pîrit kirdim