Basit Hamagharib

Bilwêrî Şwan

By: Basit Hamagharib
Dialect: Sorani
967
Nîweşewe dinya xamoş dête gwêm ahengêkî xoş
Ahengêkî gyan perwere şadî hêne xefetbere
Ahengêkî dilnewaze tare yolone ya saze
Na na ahengî bilwêre ca were gwêy bo radêre
Hezar xozgem be xot şwane ke bew mangeşewe cwane
Danîştûy le rijdû heldêr pence debzêwî le bilwêr
Degel tebî’et hawdemî şadî, be keyfî, bê xemî
Axaş be noker nagrî wek min le daxa namrî
Were şwane hemû şewê nîweşewê katî xewê
Lew kêwû nwalew zenwêre tê tûrêne lew bilwêre
Leser tiropkî ew kêwe pence le bilwêr bibzêwe
Ba kêweke deng batewe şa’îrîş xew bîbatewe