Egerçî şew direnge saqî bom têke kemêkî tir
Ke wa emşew serî helda le naxmida xemêkî tir
Le bade em jeme têr ke minî tînûy cigersûtaw
Be çî dyare ke deybînim şewêkî tir, jemêkî tir
Ewende derdedarû bê peristarim ke pêm waye
Leser kêkî tememin helnakirê taze şemêkî tir
Heta çarşêw beser towe debînim nazenînî kurd
Beser bîbîlekey çawî mina dekşê temêkî tir
Pepûley xoşewîstîy min le şwênê nagrê aram
Denîşêw balî debzêwê leser sînew memêkî tir
Hetakû dwapşû rêbwarî rêgay ’îşqû azadîm
Eger bêcge le nakamîş nebînim berhemêkî tir
Be to çarey çilon dekirê derûnî pir le nasorim
Xesarî bo dekey duktorî zana merhemêkî tir
Beharû gul, kiçû mangeşewû şî’rî terû bade
Lewey zyatir cenabî şêx gerekte ’alemêkî tir