Hassan Zirak

Xaloy Rêbwar (kakî Cûtyar)

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Kirmaşan
Dialect: Sorani
1094
Ho kakî cûtyar birakem cûtit şengul bê
Tuweket razyane ey wey xermanit gul bê
*? kakî rêbwar wey wey rêgam kwêstane
Deçim bo bokan ey wey gul le ’êrane

Wey kakî cûtyar birakem cût bike betal
Mîwantim mandûm ey wey ba biroyn berew mal
*? xanmî rêbwar ey wey rêga nazanim
Rêm pê nîşan de wela xelkî ’êranim

Wey kakî cûtyar birakem cûtit bekar bê
Xele û xermanit ya reb bereketdar bê
*? xanmî rêbwar ey wey rêm kewte dolê
Tûşim bû be tûş çî bikem hewrî le kolê

Ho kakî cûtyar biraza gakanit zerde
Becê deykêlî hawar ew kêw û herdih
*? xaloy rêbwar ey wey rêga nazanim
Rêm pê nîşan de xanim xelkî bokanim

Sirêk wa le dilma bîlêm ziman esûtê
Bîşarmewe û neybêjim mêşk û êsqan esûtê
Estêrem minecûm ger le burcêda wederxa
Le tawî ah û nalem hew asman desûtê