Hassan Zirak

Nazanim Le Kê Pirsim

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Kirmaşan
Dialect: Sorani
416
Cwanî be dînim cwanî be milwênê herzanî
Awrit le min berdawe sertopî kurdistanî
Hey leber ew goze demirim naskol deybate kanî
Baskim we jûr serî da û xoşewîstî mîwanî
Nazanim nazanim nazanim min le kê pirsim gulim mîwanî kêye
Sebaret be yarî xom awedan bê ew dêye
Zêrî hejde ’eyyare demançey kelekêye
’aşiqî qed û balay bûm şox û gware le gwêye

Leber ew jine reştale qedî delêy şimşale
Qedî lebo kembere û baskî lebo xirxale
Hîç lomem meken cwanê dînim bo wî betale
Se’at le çwarî şewê maç kem ew xet û xale
Nazanim nazanim nazanim min le kê pirsim ew gule mîwanî kêye
Sebaret be yarî xom awedan bêt ew dêye
Zêrî hejde ’eyare û demançey kelekêye

Key daynîşin dûbedû keleget û xal le rû
Ne lomem biken cwanê bo wîm awir tê ber bû
Singî karxaney qende leser çomî cexetû
Çî lê bikem malwêranim roy û le destim derçû
Nazanim nazanim nazanim min le kê pirsim gulim mîwanî kêye
Sebaret be yarî xom awedan bê ew dêye
Zêrî hejde ’eyare û demançey kelekêye
’aşiqî qed û balay bûm şoxe û gware le gwêye
Singî baxî şinoye kulmey gulî lîmoye
Legel yarim danîştim têr bûm le giftugoye
Pêm gut ruhmî xêrit bê ew diley min şêtî toye
Memken lome şoxe û gware le gwêye
Nazanim nazanim nazanim min le kê pirsim ew gule mîwanî kêye
Sebaret be yarî xom awedan bê ew dêye
Zêrî hejde ’eyare demançey kelekêye
’aşiqî qed û balay bûm şoxe û gware le gwêye