Muhammad Mamle Hassan Zirak

Berhelbêne

By: Muhammad Mamle and Hassan Zirak
Dialect: Sorani
410
Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkîş memnûnim bû be dû maç bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne

Delên lêw’al lêm zîze be kes aşt nabêtewe
Kejal çote seferê du’am bo biken bêtewe
Le xuday dekem telebê legelim aşt bêtewe
Dena lêyde berhelbêne
Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkîş memnûnim bû be dû maç bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne

Deçme serî sultanî şemoye nayemewe
Dest le kêlan werdênim çil daney degirmewe
Bextî xomû lêw’alê be taqî dekemewe
Dena lêyde berhelbêne
Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkîş memnûnim bû be dû maç bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne

Tuxda dilim meşkêne tawêk were baweşim
Bejnê barîk lêm zîze detkê firmêskî geşim
Le dunya xoşîm nedî bedbextû çarereşim
Dena lêyde berhelbêne
Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkîş memnûnim bû be dû maç bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne

Kewtûme behrî xemê rêye hatû nehatê
Rojî pazdey şe’banê şewî cejnî beratê
Maçêk bo rojî cêjin be cêjnane demdatê
Dena lêyde berhelbêne
Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkîş memnûnim bû be dû maç bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne

Şedey bestuwe bêryanî desrokey tozêk tîle
Berokit bo derzîle qamkit bo engustîle
Leser çîm lê torawî zîzbûnit bê delîle
Dena lêyde berhelbêne
Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkîş memnûnim bû be dû maç bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne

Qet carêkî pêt nekutim ba bîkeyn raw tegbîr
Sed lehnet lew kesey bê dest le balat deka gîr
Ca çi bû male babim eto cihêlû emin pîr
Dena lêyde berhelbêne
Berhelbêney xam helawe her deroyû dekirawe
Gelêkîş memnûnim bû be dû maç bom girê dawe
Erê lêyde berhelbêne
Em goranîye le salî 1965y zayînî le beşî azerîy radyo taran tomar kirawe û mamostayan hesen zîrek, mela husên ’ebdullazade û haşmî fîdayî le xwêndinî korsî em goranîyeda beşdarîyan kirduwe.
Be gwêrey serçawekan le seferêkî mamostayan mamlê û ’ebdullazade bo taran, ew dû berêze debne mîwanî malî mamosta hesen zîrek ke lew kateda le beşî kurdîy radyo taran legel mîdya zendîy hawjînî xerîkî îş bûne û be hewlî mamosta zîrek çend goranîyek be hawkarîy orkêstiray azerîy radyo taran tomar deken ke birîtîn le:
-'heste ba biroyne dawetê' be dengî mamosta mela husên.
-'rêbwar û rêbwar' be dengî mamosta zîrek.
- 'berhelbêne', 'megrî megrî', 'male babim bê wefa', 'gowende zemawende' û herweha 'be hewran payîze(leber nazî to)' be dengî mamosta mihemedî mamlê.