Erê xemxiwar û xwênşîrînim xwênaw dê le birînim
Yarebî be xêr bêtewe yarî rezaşîrînim
Hêsta leser lank bû ’aşiqî çawî amînim
Dey were destim desto bike ba sarêj bê birînim
Wey temenna dekem le xuda xews mergit nebînim
Erê yarebî mergit nebînim
Be harey delêy hewre be girmey delêy baye
Nexoşim bo lêw’alê lebo lencey tûbaye
Lewetey amînim dîwe qed kesim we bîr naye
Xizmîne memken lome ew dilem şêt û şeydaye
Cûtî çawî belek û zulfî hewda hewdaye
Xemxiwar û xwênşîrînim xwênaw dê le birînim
Yarebî be xêr bêtewe yarî rezaşîrînim
Hêsta leser lanke kuştey çawî amînim
Dey were destim desto bike ba sarêj bê birînim
Wey temenna dekem le xuda xews mergit nebînim
Erê yarebî mergit nebînim
Çend qeza û lîwa geram serpakî merwê û pişder
Bo to mirdim reş esmer
Tîrêkit le cergim da le dilim buwe karîger
Awrit le min berdawe memkî çepit wek gewher
Hey delêm bimdeye maçê bo to mirdim reş esmer
Xemxiwar û xwênşîrînim xwênaw dê le birînim
Yarebî be xêr bêtewe yarî rezaşîrînim
Hêsta leser lanke kuştey çawî amînim
Dey were destim desto bike ba sarêj bê birînim
Wey temenna dekem le xuda xews mergit nebînim
Erê yarebî mergit nebînim
Wey se’at le heşt û hewt dîm û çawim pêy kewt
Girtim be zulfîmda kird ’etrî heftad û hewt
Girtim dû maçim lê send daykî zanî û rêm kewt
Ca xuda bewe rehmî kird sersimêkî da û kewt
Ger bihatba û nekewtiba sed darim wê dekewt