Hassan Zirak

Lew Serey Dengî Saz Dê

By: Hassan Zirak
Album: Radyo
Dialect: Sorani
440
Salan deçûme ey hawar baxî şeqlawe
Emsal xo pîr bûm le dûrît kelkim birawe
Emsal beharman be bê barane
Gulaley sûrim ey hawar xwênî yarane
Gulaley sûr min xanim gyan xwênî yarane
Lew serey dengî saz dê helale û zemzeme
Qirîşkey xanim naz dê maç kem ew deme
Dem leser deme û des leser meme û lal bim awrim girtewe
Şew leser sîng û memkeket rojim kirdewe

Salan beharê ey hawar deçûme seyran
Emsal beharim sûregulêm lê bû be zistan
Le her çwar lawe şayye berîze
Xenebendanme û gyanekem şînî azîze
Xenebendanme û cwanê gyan şînî azîze
Lew serey dengî saz dê helale û zemzeme
Qirîşkey xanim naz dê maç kem ew deme
Dem leser deme û des leser meme û lal bim awrim girtewe
Wey leser sîng û memkeket rojim kirdewe
Şew leser sîng û memkeket rojim kirdewe

Salan deçûme ey hawar şaxî kurdistan
Emsal wişk bû boç le min gyan bax û bêstan
Emsal beharman lê bû be zistan
Gulaley sûrim dayme min bû xwênî yaran
Gulaley sûrim ey hawar bû xwênî yaran
Lew serey dengî saz dê helale û zemzeme
Qirîşkey xanim naz dê maç kem ew deme
Dem leser deme û des leser meme û lal bim awrim girtewe
Şew leser sîng û memkeket rojim kirdewe