Muhammad Mamle

Mû Napsênim (Cwanê Gyan) 5

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
360
Emin demgut le dinya ta bimênim
Leber kes esteme ser danwênim
Keçî êstê le dawî biskî toda
Giriftarim gulim mû napsênim
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Dû qisey başt bo nekirdim

Jyanim pir le rencû namradî
Be helkewtîş nehatim tûşî şadî
Dilim hênd tenge her cêy to debêw bes
Etoş mehkûmî hepsî înfiradî
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çi qisey çakit bo nekirdim

Ta be key wek ney binalim yarekey bêmrwetim
To xerîkî ’eyşû noşû min duçarî zîlletim
Naheqît kirdû şikandit ew diley kujrawî xot
Seylî mujganit be xwêne xwênî cergî let letim

Qerar bû bêy legel xot şadî bênî
Nehatî, gerçî pêt dabûm belênî
Le nêw kurda nebû peyman şikandin
Le kwê fêr bûy gulim peyman şikênî?
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çi qisey çakit bo nekirdim

Egerçî royî qet naçî le yadim
Dekem yadit, beyadî towe şadim
Ke barget bo hewar têk na gulî min
Şika estûndekî tawlî miradim
Cwanê gyan bo wat lê kirdim
Be qisey xelkît legel kirdim
Yaxuda bedkar bî be pirdim
Çi qisey başt bo nekirdim